Li Pakîstanê biryara tewqîfkirina Îmran Xan hat şermezarkirin: 8 birîndar

Li ber mala Serokwezîrê berê yê Pakîstanê Îmran Xan di navbeyna polêsên ku hatine Xan tewqîf bikin û piştgirîyên Serokwezîrê berê de şer derket, di encama şer de 8 polês birîndar bûn.

Ekleme: 15.03.2023 12:25:30 / Güncelleme: 15.03.2023 12:25:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derheqê Serokwezîrê berê û Serokê Hereketa Edaletê ya Pakîstanê Îmran Xan de doh 2 cara biryara tewqîfkirinê hatibû dayîn, ji ber vê yekê jî terefdarên Xan xwepêşanan li dar xistin.

Ekîbên polêsan bi saetên mehelî di dora saet 14.00 de hatin ber mala serokwezîrê berê, li wê derê di navbera polêsan û xwepêşandêran şer derket.

Polês ji bona koma bi hêrs belav bike ava bi hêz û  xaza rondikrêj bi kar anî.

Di dema şer de herî kêm 8 polês birîndar bûn û gelek xwepêşandêr jî binçav bûn. (ÎLKHA)