Ji ber qezaya trênê ya ku li Yûnanîstanê pêk hat xwepêşandêr dîsa derketin qadan

Ji ber qezaya trênê ya KU li Yûnanîstanê pêk hatibû xwepêşandêr li Atînayê û li Selanîkê derketin qadan.

Ekleme: 13.03.2023 17:30:31 / Güncelleme: 13.03.2023 17:30:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bi hezaran xwepêşandêrên ku li Atînayê li Qada Sîntagmayê kom bûn bi ber ofîsa OSEyê ve birêve çûn.

Di çalakîya ku weke sendîka û rêxistinên xwendekaran  gelek rêxisitin palpiştîya wê dikirin de xwepêşandêr xwestin ku  mesulê vê qezayê bên dîtin.

Li ber ofîsa OSEyê di navbera komek xwepêşandêran û polêsan pevçûn çêbû, piştî pevçûnê polês bi xaza îsotan mudaxeleyî xwepêşandêran kir. (ÎLKHA)