Siddiqê ku di girtîgehê de rehmet kir bû qurbana rapora Sazîya Tiba Edlî

Di girtîgehê de wefatkirina hukumxwarîyê Hîzbûllah, Siddiq Dûrgûnê ku bi nexweşîyeke giran ketibû îddîayên ku îhmala Sazîya Tiba Edlî anî rojevê.

Ekleme: 13.03.2023 15:50:03 / Güncelleme: 13.03.2023 15:50:03 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sazîya Tiba Edlî derheqê hukumxwarîyê Hîzbûllah, Siddiq Dûrgûnê ku bi nexweşîyeke giran ketibû rapora ku “dikare bi tena serê xwe li girtîgehê bijî“ dabû. Lê belê Siddiq Dûrgûn li girtîgeha Elezîzê canê xwe ji dest da.

Digel nexweşîya giran, Siddiq Dûrgûn nehat tehlîyekirin. Ev yek jî bi xwe re îddîayên îhmalkarî û neheqîyê ku ji teref Tiba Edlî ve tê kirin anî rojevê.

Di dema ku li bendeyî encama serîlêdanê de bû wefat kir.

Dûrgûnê ku bi nexweşîya giran ketibû 72 salî bû û ne zarokên xwe ne jî parêzerên xwe nas dikir, nikaribû birêve here û bi piranî kursîya biteker bi kar dianî. Çend caran ji bo rapora heyetê serîlêdan li  Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêgerînê Gazî Yaşargîlê  kiribû, lê belê ticarî rapor ji Siddiq re nedihat dayîn.Ev îhmal û îddîa pirsa “Gelo Tiba Edlî li gorî kesan miamele dike?” anî bîran. (ÎLKHA)