Karwana Hêvîyê ji bo erdhejzedeyên Hetayî bû hêvî

Karwana Hêvîyê bi Navenda Koordînasyonê ya Erdhejê ya ku li navenda Hetayê saz kir alîkarîyên xwe ji bo malbatên erdhejzede didomîne.

Ekleme: 12.03.2023 11:35:30 / Güncelleme: 12.03.2023 11:35:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

 

Karwana Hêvîyê digel sazîyên alîkarîyê yên bi navê IHO EBRAR, Avrupa Yetim Eli û Weqfa Yetîman ji roja ewil a erdheja ku navenda wê Mereş bû  û bû sedema mirina bi dehhezaran însan li sehayê xebatên xwe yên alîkarîyê didomîne.

Karwana Hêvîyê bi Navenda Koordînasyonê ya Erdhejê ya ku li navenda Hetayê saz kir rojane ji 10 hezar kesî re xwarina germ belav dike û her wisa ji erdhejzedeyan re alîkarîyên cûrbe cûr dike.

Mehmet Refîq Menteşê  Koordînatorê Hetayê yê Weqfa Karwana Hêvîyê derbarê xebatên alîkarîyê yên ku ji teref weqfa wan û wan sazîyên bira ve li sehayê tên kirin de nirxandinek kir û got: “Me ji xwe re kiriye hedef ku em xebatên xwe li vê derê heta dawîya meha Remezanê bidomînin. Em li vê derê hewl didin ji erdhejzedeyan re bibin alîkar. Em li vê derê rojane 10 hezar kesane xwarina germ ji erdhejzedeyan re belav dikin. Ji bo ku ev alîkarî berdewam bikin divê xêrxwaz di vî warî de ji me re bibin alîkar.”(ÎLKHA)