Siyasetmedar Aydin: Ji wan zarokên ku peyveke tenê jî Tirkî nizanin re şandina mamosteyên ku bes peyveke Kurdî jî nizanin zilm e

Necmeddîn Aydinê parlementerê heyama 20em  derheqê zimanê Kurdî û perwerdehîya Kurdî de nirxandinên balkêş kir.

Ekleme: 09.03.2023 15:40:27 / Güncelleme: 09.03.2023 15:40:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Siyasetmedar Aydin di nirxandina ku kir de destnîşan kir, divê pêşîya zimanê Kurdî zêdetir bê vekirin  wisa li nirxandina xwe zêde kir: “ Ji wan zarokên ku peyveke tenê jî Tirkî nizanin re şandina mamosteyên ku bes peyveke Kurdî jî nizanin zilm e. Ji ber vê yekê divê ew kesên mamoste, mela û memûrên ku ji herêmên ku Kurd lê dijîn re bên şandin lazim e ku bi Kurdî zanibin.”(ÎLKHA)