Dîroka hilbijartinê ya li Herêma Kurdistanê dê berîya meha Gûlanê bê daxuyandin

Ji teref Dilşad Şahabê Şewirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Ekleme: 08.03.2023 11:25:30 / Güncelleme: 08.03.2023 11:25:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, dîroka hilbijartinê ya li Herêma Kurdistanê dê berîya meha Gûlanê bê daxuyandin.

Hilbijartinên li Herêma Kurdistanê divîyabû di sala borî de hatibana kirin, lê belê ji ber ku du partîyên sereke li hev nekiribûn wezîfeya parlamentoyê ji bo 4 salan hatibû dirêjkirin.(ÎLKHA)