Di vê hejmara nû ya Kelhaamedê de bal hatin kişandin li ser qetlîama ku berî vê 35 salan li bajara Helebçeya Kurdistana Başûr hat kirin.
Di nivîsa danasînê ya vê hejmarê de derheqê naveroka vê hejmarê de wisa hat gotin:
Xwendevanên hêja!
Gelekan ji me, wek hinek welatên Muslumanan navê Helepçe bi kîmyabarana sala 1988 bihîstin. Bi heqî li ser qetlî’ama Helepçe nehat sekinandin. Di vê mijarê de medyaya xelkên Musluman tê rexnekirin. Hal ew e ku ev bûyer, beriya wê û piştî wê rewşa mintiqê û rewşa Kurdistanê bi giştî gereke bi hûrgulî were xeberdan. Ji ber ku nehatiye xeberdan û nebûye rojev mintiqe nehat naskirin û birîna Helepçe nehat girêdan.
Em wek malbata kelhaamed bi qasî nalînen qetlîama kîmyabaranê şopên dîrokê, qêrînên da’wetvanan, dengên mela û feqî û şêxan, banga xetîb û şa’ir û edîban, herrikîna şi’r û qesîde û dîwanan me ‘eleqedar dikin. Wek her salî îsal jî di vê hejmara xwe ya biharê de em li ser Helepçe sekinin.
Sernivîsa me “Helepçe di Nav Pelên Tarîxa Kurdistanê de” hindik be jî me di van deveran de digerîne. Hevpeyvîna me bi Dr. ‘Adil re li ser dîroka Helepçe ji gelek aliyan ve me ronî dike, gelek ezberên me xera dike û ji nû ve di’edilîne. Nivîsa Mehmet Baran “Birîna Helepçe” numûneke ji nalînên kîmyabaranê bi hûrgulî li ber me radixê.
Ji nivîskarên me yên din Şerîf Emîn “Dîrok û Edebîyatê de Çand û Jîyana Kurdan” beşa duyem nivîsandiye. Cewat Qemerî “Şîna Roboskî” nivîsandiye. Ehmed Qadir “Dibistanên Rojnamegeriya Kurdî” nivîsandiye. M. Zahir Ertekin li ser “Çewlik” şi’rek nivîsandiye. Mamosta Xoşnaw “Ebdurreqîb Yusuf û Yekemînên wî di Çanda Kurdî de” nivîsandiye, me bi xezîneka çanda Kurdî daye hisandin.
Em şukr û teqdîrên xwe pêşkêşî hemî nivîskarên xwe dikin. Her nivîs ji me re bi qîmet e, her nivîskar li ba me xwedyê kedeke taybet û muhterem e. Xwendekar jî bi xwendina xwe muraqibtiya me dike, carna coşê ji me re çêdike, carna jî damarên me yên tevgerê qamçîdike. Em ji wan re jî mute[1]şekkir in.
Xwendevanên hêja! Di van rojên ku em vê hejmarê tertîb dikin de li welatê me ew zelzela mezintirînê sedsala paşî çêbû, bajar wêranbûn, bi hezaran însanê me bê war û mal man, bi hezaran jî wefatkirin. Wusa xuya dike ku hejmara ê wefatkirî wê hê jî zêde bibe. Em wek malbata kelhaamed ji REBBÊ ‘Alemê hêvî dikin ku miriyên me têxe fedla şehîdan, ji kesên bê war mane re deriyê fereca xêrê veke û me bi mûsîbetên zêdeyî taqeta me îmtîhan neke. Zelzelê dîsa bi me da zanîn ku mirina bi rihetî jî bi destê herkesî nakeve.
Bi van hissiyatan em hejmara xwe dixin xizmeta we. Keremkin…” (ÎLKHA)