Li Êlihê ji zêdetirî 1000 kesên ku di nav wan de erdhej û feqîr jî hebûn re alîkarîya goştê sor hat kirin

Hat ragihandin ji teref Karwana Hêvîyê ve li Êlihê ji zêdetirî 1000 kesên ku di nav wan de erdhej û feqîr jî hebûn re alîkarîya goştê sor hat kirin.

Ekleme: 07.03.2023 11:45:32 / Güncelleme: 07.03.2023 11:45:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref  Serokê Komeleya Kerwana Hêvîyê yê Êlihê Salih Guzel ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Salih Guzel di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir, ew wek Karwana Hêvîyê ya Êlihê bes ne meheke tenê di 12 mehên salekê de bênavber xebatên xwe yên alîkarîyê ji bo kesên feqîr û ji bo kesên ku îxtîyaca wan bi alîkarîyê heye didomînin. Guzel dûre wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Xebatên me yên alîkarîyê li bajêr berdewam dikin. Di bergeha xebatên alîkarîyê de ji ber minasebeta Qandîla Beratê de li Êlihê ji zêdetirî 1000 kesên ku di nav wan de erdhej û feqîr jî hebûn re alîkarîya goştê sor hat kirin. Ew ê xebatên me yên alîkarîyê berdewam dikin. Ji bo berdewamkirina alîkarîyan û ji bo ku em karibin ji zêdetir kesî bibin alîkar em li benda alîkarîya xêrwazan in.”(ÎLKHA)