Li Şarabanê êrîş li serokê eşîrekî hat kirin: 8 mirî 2 birîndar

Di encama êrîşa ku li Şarabana navçeya Diyalaya parêzgeha Iraqê li serokê Eşîra Sunnî Benî Tamîm hat kirin de 8 kes canê xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 07.03.2023 11:30:30 / Güncelleme: 07.03.2023 11:30:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin êrîş bi bombeyan di dema derbasbûna wesayîtan de hat kirin. Hêj nayê zanîn êrîş ji teref kî ve û ji bo çi sedemê hatiye kirin.

Piştî êrîşa ku hat kirin Raad Dehlekîyê parlementerê Dîyalayê banga kombûna bi lez li parlementoyê kir.(ÎLKHA)