Li Deryaya Egeyê 88 koçberên ku mahsûr mabûn hatin xelaskirin

Di 5 bûyerên ji hev cuda de koçberên ku dixwestin derbasî Yûnanîstanê bibin ji teref elemanên Yûnanîstanê ve ber bi Tirkîyeyê ve hatin vegerandin

Ekleme: 07.03.2023 11:05:35 / Güncelleme: 07.03.2023 11:05:35 / Xeberen Kurdi / İzmir Haberleri
Destek için 

Li ser agahiya ku li peravên Îzmîr, Balikesîr û Aydinê di kelekan de komek koçberên neqanûnî hene, botên Ewlehiya Beravê sewqî herêmê hatin kirin.

88 koçberên neqanûnî yên ku ji aliyê Yûnanîstanê ve ber bi avên axa Tirkiyeyê ve hatibûn vegerandin, hatin xelaskirin.

Li Îzmîrê 16 koçberên neqanûnî û 2 qaçaxçîyê koçberan hatin zeftkirin.

Koçberên neqanûnî piştî muameleyên wan qedîyan hatin şandin Midûrtîya Rêveberîya Koçberîyê a Bajêr.(ÎLKHA)