4 komeleyên destbirayên hev ewê li Hetayê şîva germ belav bikin

Serokê Giştî yê Weqfa Yetîman Fîkrî Karavîl derheqê navenda koordînasyonê ya li Hatayê hatîye avakirin de axivî û bang li xêrxwazan kir.

Ekleme: 04.03.2023 14:35:39 / Güncelleme: 04.03.2023 14:35:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Weqfa Yetîman, Karwana Hêvîyê, Destê Sêwîyan a Ewropayê û IHO Ebrar piştî erdhejên ku navendên wan Mereş bû, nêzî mehekê li herêmê feelîyetên alîkarîyê didomîne.

4 komeleyên alîkarîyê piştî Malatya, Semsûr, Mereş û Îskenderûnê ewê aniha jî li navçeya Defeneya Hetayê Navenda Koordînasyonê ava bike, alîkarîyê ji erdhejzedeyan bike û xwarina germ belav bike.

Koordînatorê herêmê yê 4 sazîyên alîkarîyê û Serokê Giştî yê Weqfa Yetîman Karavîl, derheqê Navenda Koordînasyonê ya li Defneyê hatîye ava kirin de agahîyan da.

Karavîl wiha got, “Piştî Malatya, Semsûr, Mereş û Îskenderûnê em îro jî hatin Hetayê. Ji xwe ji roja ewil a erdhejê  ve xebatên me yê lokal hebûn. Ji roja ewil me bi aşxaneyên seyar alîkariyan dikir îja îro jî navenda koordînasyonê ya mayînde me ava kir. Hevalên me nêzî 4 roj in ku li vêderê xebatan dikin. Înşaalah ji îroj pê ve ewê li vê derê xwarina germ bê belav kirin.“

Karavîl bangek girîng li xêrxwazan kir û wiha got:”Di rojên ewil de ji ber ku canê milletê me pir êşîya bû herkes tiştê ku ji destê wî dihat kir. Lê belê ewê li vê derê xebatên me bidomin li pêşîya me meha Remezanê heye. Ewê li 5 cîhan konê me yên fitarîyê hebin. Ji bo ku em karibin alîkariyên xwe bidomînin divê xêrxwaz jî alîkarîyên xwe bidomînin. Ez dixwazim bangek li xêrxwazên xwe bikim: Muheqqeq bila ji aşxaneyên me yên li herêma erdhejê re alîkarîyê bikin. Xwedayê Teala ji aniha ve xêrê ku ewê bikin qebûl bike.“ (ÎLKHA)