Semsûrî: Kerwana Hêvîyê bi xizmetên ku ji me re kir êşên me bi me da jibîrkirin

Gelê Semsûrê yê ku ji ber erdhejê zirareke mezin dît ji sazîyên bi navê Karwana Hêvîyê, IHO EBRAR, Weqfa Yetîman û Avrupa Yetim Elî yên ku ji roja ewil a erdhejê ve li sehayê dixebitin û ji gel re dibin alîkar re teşekkur kir.

Ekleme: 04.03.2023 09:55:28 / Güncelleme: 04.03.2023 09:55:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sazîyên alîkarîyê yên bi navê Karwana Hêvîyê, IHO EBRAR, Weqfa Yetîman û Avrupa Yetim Elî ji roja ewil a erdhejê ve bi temamê îmkan û derfetên xwe hewl didin ji erdhejzedeyan re bibin alîkar û birînên wan bên dermankirin. Her 4 sazî li Semsûrê ji roja ewil heta îro alîkarîyên mîna; kon, sobe, erzaq, batanî, cil û bergan kir. Ji ber van alîkarîyên ku hatin kirin gelê Semsûrê malavahîyên xwe ji bo wan anîn zimên.

Mehmet Aydinê ku li Semsûrê dijî û yek ji wan erdhejzedeyan e û sazîyên alîkarîyê jêre bûne alîkar derbarê mijarê de wiha got: “ Ez jî erdhejzede me, 8 nasên min rehmet kirin. Êş û birîna min heye, lê bawer bikin ez vêyekê ji dil û can dibêjim; dema ku ez vê yekîtî, hevgirtin û xwedîderketina ku di bin bavê Karwana Hêvîyê de tê kirin dibînim êş û elemên min nayên bîra min. Xweda xêra wan qebûl bike û mala wan ava be.”

Çend welatîyên din ên ku sazîyên alîkarîyê ji wan re bûbûn alîkar derbarê mijarê de kêfxweşîyên xwe anîn zimên û ji sazîyan re teşekkur kirin.(ÎLKHA)