Li Kenyayê ji ber ziwabûnê 2,6 milyon dewar û pez telef bûn

Rayedarên Kenyayê diyar kirin ku di mehên dawî de ji ber ziwabûna li welêt nêzî 2,6 mîlyon dewar û pez telef bûne.

Ekleme: 03.03.2023 10:05:30 / Güncelleme: 03.03.2023 10:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî rapora herî dawî ya Saziya Rêvebiriya Ziwatiyê ya Neteweyî ya Kenyayê (NDMA), ji 53 mîlyon dewar û pezên ku li welat hatine tomarkirin 2,6 mîlyon ji ber ziwabûna li welêt mirin.

Hat diyarkirin ku herî zêde mirin li herêmên Marsabît û Kajiadoyê qewimîn û ji 23 herêman 22 herêm bi giranî bi bandor bûn.(ÎLKHA)