Ji Serokatîya Dewletê ya Vîetnamê re Vo Van Thuong hat hilbijartin

Li Vîetnama welata Asyaya Başûrrojhilatê, ji serokatîya dewletê ya Vîetnamê re Vo Van Thuong hat hilbijartin.

Ekleme: 02.03.2023 10:05:29 / Güncelleme: 02.03.2023 10:05:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Meclîsa Netewe ya Vîetnamê, ji cîhê wezîfeya Serokatîya Dewletê a ku Nguyen Xuan Phuc îstîfa kiribû re, Vo Van Thuong yê 52 salî ji serokatîya dewletê ya Vîetnamê re hat hilbijartin.

Vo Van Thuongê namzedê Komîteya Navenda Partîya Kominîst a Vîetnamê, di axavtina xwe ya ku piştî ji Serokatîya Dewletê re hat hilbijartin de weha soz da, “Ji welata Komarîya Sosyalîst a Vîetnamê, xelkê wê û Makeqanûna wê re bi temamî ew ê sadiq bimînim.”

Di Vîetnama ku nifûsa wê nêzê 100 milyonî hatîye de, Serokatîya Dewletê bi piranî wek mewqîyeke merasîmî tê nirxandin. (ÎLKHA)