Li Nîjeryayê hilbijartina Serokkomarîyê Bola Tînûbû qezenc kir

Li Nîjeryayê namzedê Kongreya Hêzên Pêşveçûna Hemû yê ku di îqtîdarê de ye Bola Tînûbû, hilbijartina Serokkomarîyê qezenc kir.

Ekleme: 01.03.2023 10:05:30 / Güncelleme: 01.03.2023 10:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Komîsyona Hilbijartinê ya Neteweyî ya Serbixwe ya Nîjeryayê encamên hilbijartinên Serokomariyê yên ku di 25ê Sibatê de li welat hatin lidarxistin eşkere kir.

Li gorî vê yekê namzeta Kongreya Hêzên Pêşveçûna Hemû Bola Tînûbû bi 8 milyon û 805 hezar û 420 rayan bi ser ket.

Di hilbijartinê de ku 18 berendam tê de pêşbirkê kirin, namzedê Partiya Demokratîk a Gelan, Cîgirê berê yê Serokê Nîjeryayê Atiku Abubakar bû duyemîn û ji Partiya Karker Peter Obî bû sêyemîn.

Serokkomarê niha yê welêt Mihemed Buharî beşdarî hilbijartinan nebû. (ÎLKHA)