Li Sûrîyeyê teqîna mînê: 10 mirî 12 birîndar

Li herêma Selemîya ya ku li rojhilata bajara Hemayê ye ji ber pêlêkirina mînê ya gundîyan teqînek pêk hat, 10 kesan canê xwe ji dest dan, 12 kesan birîndar bûn.

Ekleme: 28.02.2023 12:05:28 / Güncelleme: 28.02.2023 12:05:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, doh di seatên serê sibeyê de li gundê El Mustareha ya ku li bajaroka Selemîyê ye pêk hat.

Li gorî xebera medyaya aîdê rejîmê 2 mînan di dema ku gundî karokan kom dikirin teqîyan.

Di encama teqînê de 10 kesan canê xwe ji dest dan, 12 kesan jî birîndar bûn.

Gundîyên birîndar hatin rakirin nexweşxaneyê.

Hat destnîşankirin ku wan mînan, ji teref DAÎŞê ve ku di berîya 2017an de kiribû binê axê mane ne. (ÎLKHA)