Li Meletîyê bav û qîz di bin kavilan de hatin derxistin

Di erdheja dawîn ya ku li Meletîyê pêk hat de bav û qîza ku ketibûn nav xanîyên xwe di bin kavilan de man hatin xelaskirin.

Ekleme: 27.02.2023 16:05:30 / Güncelleme: 27.02.2023 16:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daneyên AFADê, li navçeya Yeşîlyurta Meletîyê di seat 12.04an de 6 kîlometre di bin ‘erdê de erdhejek pêk hat.

Di erdhejê de heta niha, nêzê 30 hezar avahî yên ku di erdhejên berê de zerarê dîtibûn xera bûn, herî kêm kesek jî canê xwe ji dest da û 70 kes jî birîndar bûn.

Avahîya Kardelen a 4 qatî ya ku li Taxa Şêx Bayrampaşayê ye jî di erdhejê de hilweşîya.

Hat destnîşankirin ku bav û qîzikek ên ku ji bona tiştên xwe yên di nav xanî de derxin ketibûn nav avahîya xwe di bin enqazê de man. Ji bo bav û qîzik xebatên lêgerîn û xelaskirinê hatin destpêkirin.

Di encama xebatên ekîban de bav Azîz Delîktaş û qîzik Şeyma Delîktaş bi saxîtî di bin enqazê de hatin derxistin.

Derxistina bav û qîzikê li derdorê bû sedema kêfeke mezin. Mirovên derdorê di dema derxistina bav û qîzikê de tekbîran anîtin û Hemd ji Xwedê re anîtin.

Hat hînbûn ku bav û qîzik di dema erdhejê de di nav xanî de li ber makîneya cilşûştinê xwe spartine. (ÎLKHA)