NY: Ji Yemenê re 4,3 milyar dolar lazimatîya alîkarîyê heye

Neteweyên Yekbûyî, bal kişand ku di sala 2023yan de ji Yemenê re ji bona ku alîkarî bê kirin ji 4,3 mildar dolarî re lazimatî heye.

Ekleme: 27.02.2023 14:45:27 / Güncelleme: 27.02.2023 14:45:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

NY di daxuyanîya ku kir de destnîşan kir ku li Yemenê piştî herba ku bû çend salan e didome rewşa lezgîn ya însanî hêj didome.

Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ku 6 mehên borî, sîvîl hinek rehet bûn lê, pirsgirêkên xelkê yên ku ji ber “xerabûna xizmeta esasî û aborîya ku xera bûye” gihaştîyê pileya mezin, li giştîyê welat ji bona ku ji 17,3 milyon însanan re alîkarî bê kirin ji 4,3 milyar dolarî re lazimatî heye. (ÎLKHA)