Erdheja Meletîyê: Mirîyek, 69 birîndar

Serokê AFADê Sezer, daxuyand ku di encama erdheja ku li Meletîyê di mezinahîya 5,6an de pêk hat de kesek canê xwe ji dest da, 69 kes birîndar bûn.

Ekleme: 27.02.2023 14:40:29 / Güncelleme: 27.02.2023 14:40:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daneyên ku malpera AFADê de hat belavkirin, li navçeya Yaşîlyurta Meletîye ku navenda erdhejê ye di mezinahîya 5,6an de pêk hat.

Erdheja ku li bajarên derdorê jî hat hîskirin 6,96 kîlometre di bin ‘erdê de pêk hat.

Serokê AFADê Sezer, diyar kir ku di encaama erdhejê de kesek canê xwe ji dest da 69 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)