Di çalakîya berxedêrên Filistînîyan de 2 sîyonîstên îşxalker hatin kuştin

Li bajara Nablusa Filistînê di encama çalakîya çekdar a ku ji teref ciwanên Filistînê ve hat lidarxistin de 2 îşxalkerên sîyonîst hatin kuştin.

Ekleme: 27.02.2023 11:45:30 / Güncelleme: 27.02.2023 11:45:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li ser Ceddeya Hawara ya bajaroka Hawara a li başûra Nablusê ye pêk hat.

Li gorî çapemenîya Filistînê di encama çalakîya çekdar a ku ji teref ciwanekî Filistînê ve ku wesayîteke îşxalkeran hatibû hedefgirtin de 2 îşxalkerên ku di nav wesayîtê de bûn hatin kuştin.

Piştî çalakîyê ciwanê Filsitînê xwe xelas kir.

Berdevkê HAMASê Hazim Qasim, piştî çalakîyê daxuyanîyek belav kir û weha got, “Operasyona li Hawarayê, bertekeke normal a piştî êrîşa îşxalkeran ku li Nablusê kirbûn e. Berxwedana li Şerîaya Rojava ew ê bidome û ti plan û civîn ji vê berxwedanê re nikare bibe asteng.” (ÎLKHA)