Li Nablusê hovîtîyên nû: Şehîdek, 390 birîndar

Çeteyên Cihûyî, li Nablusa Şerîaya Rojava Filistînîyek şehîd kir, 390 kesan jî birîndar kir. Di êrîşan de herî kêm 75 wesayît û 100 xanî yên Filistînîyan jî şewitandin.

Ekleme: 27.02.2023 11:05:27 / Güncelleme: 27.02.2023 11:05:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Çeteyên Cihûyî, di bin kontrola leşkerên rejîma îşxalker a sîyonîst de, bi organîzeyî êrîşî Filistînîyên Nablusa Şerîaya Rojava ya ku di bin îşxalê de ye kirin.

Bi sedan şênîyên sîyonîst yên ku li bajaroka Huvaraya Nablusê dijîn, derketin kolanan û bi organîzeyî êrîşî Filistînîyan kirin.

Çeteyên Cihûyî, bi molotofan êrîşan kirin û herî kêm 75 wesayît û 100 xanî yên Filistînîyan re zerarê dan.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Hîva Sor a Filistînê ve hat belavkirin, di encama êrîşa çeteyên Cihûyî de gule li zikê Samih Hamdallah Mahmud Aktaşê 37 salî ket û şehîd bû.

Di êrîşan de 390 Filistînî jî birîndar bûn.

Çeteyên Cihûyî, di êrîşên xwe de bi keviran ambûlansan jî ji xwe re kirin hedef û nehêştin midexeleyê birîndaran bikin.

Rejîma îşxalker a sîyonîst, di êrîşa Nablusê de ku 22yê Sibatê de lidarxistibû, 11 Filistînîyan şehîd kiribû, 6 jê giran 100 Filistînîyan jî birîndar kiribû. (ÎLKHA)