Çeteyên Hîndû navenda Îslamê bi çekan hedef digirin

Êrîşên li ser Îslam û Misilmanan li Hindistanê bênavber berdewam dikin

Ekleme: 25.02.2023 12:55:29 / Güncelleme: 25.02.2023 12:55:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, çeteyên Hîndû herêmeke Misilmanan a li gundê Visalgad a li Maharashtraya wîlayeta Hindistanê kirin hedef.

Çeteyên Hîndû yên ku li herêmê topeke destçêkirî bi cih kirin, top avêtin û li navenda Îslamê ya li herêmê xistin.

Hat ragihandin ku di êrîşê de navend xisar dîtiye.

Hêjayî gotinê ye ku di dema êrîşê de hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Hindistanê jî li herêmê amade bûn.

Di van salên dawî de zextên rêveberiya Hindistanê yên li dijî Misilmanan her ku diçe zêde dibe. Di vê çarçoveyê de dema ku misilman dibin hedefa lîncên komî, mal, kargeh, mizgeft û medreseyên aîdî misilmanan jî tên xerakirin.

Hate dîtin ku li welêt neteweperestiya Hîndû bi lez û bez mezin bûye û polîtîkayên çewisandinê yên li dijî Mislimanan di van demên dawî de zêde bûne. (ÎLKHA)