Li Efxenistanê êrîşkarekî xwekuj hat kuştin

Li wîlayeta Bedexşan a bakurê Efxenistanê kesekî ku hat diyarkirin êrîşkarekî xwekujî ye ji teref polîsan ve hat kuştin.

Ekleme: 25.02.2023 12:35:28 / Güncelleme: 25.02.2023 12:35:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gor medyaya Efxenî, Serokê Dezgeha Ragihandin û Çandê ya Bedexşanê Mazuldden Ahmadi îro danê sibê di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Emîrtîya Îslamî di dema amadekariya çalakiyê de êrîşkarekî xwekuj tesbît kirine.

Ehmedî got ku xwekujê ku ji teref polîsan ve hat kuştin plan kiribû ku xwe li Banka Kabulê li Feyzabadê biteqîne. (ÎLKHA)