Li Malî êrîşa bi çek: 13 mirî

Di êrîşa çekdarî ya li ser gundekî li navenda Malî de herî kêm 13 sivîl hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 25.02.2023 11:35:27 / Güncelleme: 25.02.2023 11:35:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li gundê Kanî-Bonzonê yê navenda Maliyê qewimî.

Li gorî medyaya welêt, komek çekdar ji ber sedemeke nediyar avêtin ser gund û hemû cihan şewitandin.

Li gorî agahiyên destpêkê di êrîşê de 13 kesan canê xwe ji dest dan, 3 kes birîndar bûn û gelek xanî şewitîn.

Ji bo girtina êrîşkaran xebat hat destpêkirin. (ÎLKHA)