Li Efrîqaya Başûr ji ber nexweşiya kolerayê kesek canê xwe ji dest da

Efrîqaya Başûr, piştî derketina şobê mirinên xwe ya yekem a kolera qeyd kir û hejmara weqayan derxist 5 kesan.

Ekleme: 24.02.2023 09:20:28 / Güncelleme: 24.02.2023 09:20:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Efrîqaya Başûr ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di şewba koleraya dawî ya li bajêr de 5 weqa hatin tespîtkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku yek ji van bûyeran ciwanê 24 salî yê ku dîroka seyahatê wî tune bû, ji ber virika giran a avê rakirin nexweşxaneyê û piştî ku testa wî pozîtîf derket, çend roj paşê canê xwe ji dest da.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin ku li nexweşxaneyê kesekî pêwendîdar di karantînayê de ye, hat diyarkirin ku der barê bûyerê de lêkolîn hat kirin.

Wezaret, bang li kesên ku ji ber îshal, bêhêzbûn, vereşîn û ziravbûna laş dikevin, zû biçin nexweşxaneyê. (ÎLKHA)