Weqfa Êtîman li herêma erdhejê xizmeta berberîyê dike

Serokê Giştî yê Weqfa Êtîman Fîkrî Karavîl destnîşan kir ku ew li Semsûrê lazimatîya berberîyê ya erdhejzedeyan jî bi cîh tînin.

Ekleme: 23.02.2023 16:15:30 / Güncelleme: 23.02.2023 16:15:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Roja 17emîn a erdhejê hêj didome, lazimatîya erdhejzedeyan jî ji teref sazîyên alîkarîyê ve tênê bicîhkirin.

Di vê çarçoveyê de Weqfa Êtîman ku ji roja ‘ewil yê erdhejê li herêma erdhejê û li Semsûrê di Navenda Erdhejê de xebatên xwe didomîne, ji xwedîyê mihtacan re alîkarîya xwarin, cil û berg û yên dinê dike.

Karavîl diyar kir ku ew li herêma erdhejê lazimatîya berberîyê ya erdhejzedeyan jî bicîtînin.

“Me wek malbata Karwana Hêvîyê, dest bi xizmeteke nû kir”

Karavîl, îfade kir ku ew wek malbata Karwana Hêvîyê, dest bi xizmeteke nû kirine û axavtina xwe weha domand, “Îro roja 17mîn a erdhejê ye, Em li Semsûrê ne. Em bi lijneyî ji bona ku lazimatî û kêmasîya li vê derê bi çavên xwe bibînin hatine li vê derê. Me wek malbata Karwana Hêvîyê, dest bi xizmeteke nû kir. Dest bi jêkirina porê erdhejzedeyan kir, birayên me xizmeteke gelek xweşik dan destpêkirin.”

“Bira çavê hemû xêrxwazan mitleqe li herêmên erdhejê be”

Karavîl diyar kir ku ew xebatên xwe yên li herêmên erdhejê di demeke dinê jî bidomînin û ji ber vê yekê xwest ku bira xwedî li van herêman bê derxistin, “Li vê derê roj bi roj tişt dikevin rê. Lê lazimatîya însanan jî didome. Wisa xûya dike ku ew ê ev pêvajo wê dirêj bibe. Bira çavê hemû xêrxwazan mitleqe li herêmên erdhejê be. Ji bona ku kêmasîyên li vê derê bên bîcîhanîtin divê ku xwedî li van deran bê derxistin. Ji niha ve Xwedê ji hemû alîkarîyên ku hatine kirin û ji xêrxwazan razî bibe. Înşaallah em ê li vê derê bin, dermankirina birînên birayên xwe bidomînin.” (ÎLKHA)