Rejîma îşxalker a sîyonîst ji Xezzeyê re êrîşa asîmanî kir

Balafirên aîdê yên rejîma îşxalker a sîyonîst, îro danê sibehê li Xezzeyê ji du mewzîyên aîdê hêzên berxwedanê re êrîş kir.

Ekleme: 23.02.2023 15:05:34 / Güncelleme: 23.02.2023 15:05:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li beşa navendî ya Xezzeyê, 4 mûşek li çepereke hêzên berxwedanê ya li nêzî têketina Kampa Miltecîyan a El-Bureyc hatin xistin.

Piştî êrîşên ku hatin kirin ji herdu mewzîyan jî dûman rabû û xanîyên derdorê jî zerarê dîtin.

Derheqê şehîd an jî birîndardan de tu agahîyek nehat dayîn.

Hat destnîşankirin ku hêzên berxwedanê piştî êrîşa doh li Nablusê hat kirin ji navenda şênîyên Cihûyî re bi fûzeyan çalakî lidarxist. (ÎLKHA)