Ji Filistînê ji bo rêxistinên navneteweyî banga civîna lezgîn

Rêveberîya Filistînê, ji ber sûcên ku rejîma îşxalker kirîye ji Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (BMGK), Yekîtîya Ereb û Teşkîlata Hevkarî ya Îslamê (ÎÎT) re banga civîna lezgîn kir.

Ekleme: 23.02.2023 11:55:24 / Güncelleme: 23.02.2023 11:55:24 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama êrîşa rejîma îşxalker a sîyonîst ku li Nablusê kir de 10 Filistînî şehîd bûn, 102 Filistînî birîndar bûn, ji ber vê yekê hikumeta Filistînê jî ji BMGKyê daxwazîya civîna lezgîn kir.

Wezîrê Karên Derve yê Filistînê Riyad el-Maliki, di daxuyanîya ku bi niviskî belav kir de, destnîşan kir ku ji ber sûcên ku rejîma îşxalker kirîye ji xelkê Filistînê re parastina navneteweyî bira bê dayîn.

Rîyad el-Malîkê, ji ber sûc û qetlîamên îşxalkeran a ku li dijî Filistînîyan dike weha got, “Me ji bona ku ji Filistînîyan re parastina navneteweyî bê dayîn daxwazî kir.”

Malîkî diyar kir ku ew ji Yekîtîya Ereb û ÎÎTyê re jî banga civîna lezgîn kirine. (ÎLKHA)