Li Quds û Şerîaya Rojava di nav 24 seatên dawî de 13 çalakîyên berxwedanê hatin lidarxistin

Filistînîyên ku ji êrîşên rejima îşxalker a sîyonîst re bersivan didin di nav 24 seatên dawîn de 13 çalakîyên berxwedanê li dar xistin. Di çalakîyan de îşxalkerek birîndar bû.

Ekleme: 22.02.2023 14:45:30 / Güncelleme: 22.02.2023 14:45:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berxwedêrên Filistînî yên ku ji êrîşên howane ya rejima îşxalker re ji bersivdayînê re paşve namînin ger ji êrîşên rejima îşxalker re ger jî ji êrîşên şênîyên îşxalker re bersivdayînên xwe didomînin.

Li gorî rapora ku ji teref Navenda Agahî ya Filistînê ve hat belavkirin di nav 24 seatên dawîn de li Şerîaya Rojava û Qudsê li dijî rejîma îşxalker û şênîyên îşxalkeran 13 çalakîyên berxwedanê hatin lidarxistin û di encama van çalakîyan de jî îşxalkerek birîndar bû.

Hat diyarkirin ku tenê li bajaroka Sîlvan, di Kampa Miltecîyan a Cenînê de, li Ramallahê, li Qalqîlyayê, li Nablusê û li Beytullahîmê ji cîhên kontrolê re û li herêmê 9 çalakî hatine lidarxistin. (ÎLKHA)