Li Dîyarbekirê du avahî hatin valakirin

Li Dîyarbekirê du avahîyên ku di encama erdheja Mereşê de zerarê dîtibûn, bi tevî erdheja ku doh li Hetayê pêk hat ve hatin valakirin.

Ekleme: 21.02.2023 09:45:26 / Güncelleme: 21.02.2023 09:45:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Dîyarbekira ku ji 11 bajarên ku ji erdhejên Mereşê tesîrdar bûbûn e li ser hezarî avahî zerarê dîtin.

Erdheja ku doh li navçeya Defneya Hetayê di mezinahîya 6,4an de pêk hat, li Dîyarbekirê jî hat hîskirin. Piştî erdheja ku 16,7 kîlometre di bin ‘erdê de pêk hat gelek erdhejên biçûk yên ku ew ê herî mezin di mezinahîya 5,8an de ye pêk hatin.

Di encama erdheja Mereşê de li navçeya Rezan a Dîyarbekirê Avahîya Ekîn 2 xwar bû. Avahî ji teref ekîbên polêsan ve ji derdorê wê re benê ewlehîyê hat girêdan.

Ji teref AFADê ve ji bona ku mirov nekevin nav avahîyên bi xesar hişyarî tê kirin. (ÎLKHA)