Piştî erdheja li Hetayê li Rihayê xanîyek zerarê dît

Piştî erdhejên ku li Hetayê pêk hatin, li navçeya Wêranşara Rihayê xanîyeke yek qatî zerarê dît.

Ekleme: 21.02.2023 09:05:29 / Güncelleme: 21.02.2023 09:05:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daneyên AFADê, li navçeya Defneya Hetaya ku navneda erdhejê ye di seat 20.04an de di mezinahîya 6,4an de erdhejek pêk hat.

Di encama erdheja ku pêk hat de, li gundê Bexruka ku girêdayê Wêranşarê ye xanîyeke yek qatî hilweşîya.

Di encama hilweşînê de mirî an jî birîndar tineye, lê xesara meddî pêk hat. (ÎLKHA)