Hejmara kesên ku di erdhejê de  wefat kirin derket 41 hezar û 20 kesan

Hat ragihandin hejmara kesên ku di erdhejê de  wefat kirin derket 41 hezar û 20 kesan.

Ekleme: 20.02.2023 12:40:26 / Güncelleme: 20.02.2023 12:40:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê AFADê Yunus Sezer derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir û ragihand hejmara kesên ku di erdhejê de  wefat kirin derket 41 hezar û 20 kesan.

Li gorî daneyên AFADê 6'ê Sibatê saet 04:17an de erdhejeke bi mezinahiya 7,7an pêk hat. Erdheja ku navenda wê li navçeya Pazarcika Mereşê bû, 7 kîlometre di bin erdê de pêk hat. Di saet 13.24an de erdhejeke din a bi lerza 7.6an pêk hat ku navenda wê navçeya Elbîstana Mereşê bû pêk hat. (ÎLKHA)