Rejîma îşxalker a sîyonîst êrîşî Şamê kir: Mirî û birîndar hene

Balafirên aîdê rejîma îşxalker a sîyonîst ji Şama paytexta Sûrîyeyê re êrîşa hewayî kir, hat diyarkirin ku di navbera sîvîlan de mirî û birîndar jî hene.

Ekleme: 19.02.2023 12:09:40 / Güncelleme: 19.02.2023 12:09:40 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku polêsê Şamê kir de, hat ragihandin ku ji alîyê rejîma îşxalker ji hinek herêmên Şamê re êrîşa asîmanî hat kirin.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku mirî û birîndar jî hene.

Çapemenîya Sûrîyeyê diyar kir avahîya ku hat hedefgirtin li hemberî qereqola polêsa Kefr Suseha Şamê ye û 12 qatî ye, di alîyê pêşîya avahîyê de jî xesareke mezin pêk hatîye.

Xeyn ji ev agahîyê hat daxuyandin ku di dema êrîşê de sîstema parastina hewayê jî ketîye dewrê û di asîman de dengê teqînan hatine bihîstandin.

Çapemenîya îbranîyê jî ev êrîşî rast kir.

Rejîma îşxalker a sîyonîst berê jî ji Sûrîyeyê re êrîşan kiribû. (ÎLKHA)