Jina ku di bin xirbeyan de welidiye bi tevî pitika xwe re hat definkirin

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di erdheja ku navend Mereş bû de li Semsûrê pîreka ku di bin xirbeyan de zarokê xwe anî dinyê bi tevî zarokê xwe re wefat kir.

Ekleme: 19.02.2023 11:05:26 / Güncelleme: 19.02.2023 11:05:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di erdhejên ku bi mezinahîya 7,7 û 7,6 ku navend Bazarcix û Elbîstan bu de, Semsûr jî tesîrdar bû.

Hat hînbûn ku li Semsûrê di bin xirbeya avahîyek de pîrekek bi hemle jî hebû û pîrek di bin xirbeyê de zarokê xwe aniye dinyê û her dû jî rehmet kirin.


Mellê Mizgefta Goristana Nû Mehmet Tahir Dûrmûş, di dema anîna kesên ku di erdhejê de wefat kirine bûyereke bi êş jiyaye û weha got, “hevalekî min pirsek ji min kir û got ‘seyda pîreka min di bin xirbeyê de welidîye û wefat kiriye lê navika pitika min ne hatîye birîn gelo ez wî bi dîya wî re yan bi tenê defin bikims.’ Min guh da û wijdanê min ji min re got ‘dev jê berde bila li cem dayîka xwe be.’ Me bûyerek bi vî hawî bi êş dît.“ (ÎLKHA)