Ji ÎTTÎHADUL ULEMAyê ji eqrebayên kesên ku di erdhejê de rehmet kirine re zîyaret

Endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Emrullah Uysal û lijneyekî bi wî re li herêma erdhejê zîyaretan kir.

Ekleme: 18.02.2023 16:35:30 / Güncelleme: 18.02.2023 16:35:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama erdheja ku li Mereşê pêk hat û 11 bajaran bandor bû de 39 hezar û 672 kesan canê xwe ji dest dan.

Li Semsûra ku xebatên rakirina enqazê didome, di her kolanan de êş û jana erdhejê tê dîtin.

Endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Emrullah Uysalê ku ji kesên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane re zîyareta şînê kir, ji eqrebeyên wefatîyan re sersaxîya xwe xest.

Uysal, ji bo kesên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane ji Xwedê Teala daxwazîya rehmê, ji bo birîndaran jî daxwazîya şîfa lezgîn kir. (ÎLKHA)