Li alîyê rojhilatê welat hişyarîya aşîtê

Midurtîya Giştî yê Meteorolojîyê, ji bo alîyê rojhilatê bi taybetî jî ji bo herêmên çîyayî hişyarîya aşîtê da.

Ekleme: 17.02.2023 15:05:37 / Güncelleme: 17.02.2023 15:05:37 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya niviskî ya ku ji teref Navenda Tehmîn û Analîza Midurtîya Giştî ya Meteorolojîyê ve hat belavkirin de, weha hat gotin:

“Li gorî nirxandinên dawî; Bi barîna berfê ya dawî re li herêmên rojhilat bi taybetî li herêmên çiyayî berfeke zêde çêbûye. Ji ber ku bi taybetî li rojhilatê Anadoluya Rojhilatê li herêmên ku berfê lê zêde ye talûkeya berfê heye divê baldar be.” (ÎLKHA)