AFAD: Ji ber erdhejê hejmara mirîyan  derket 38 hezar û 44 kesan

AFAD, daxuyand ku di encama erdheja ku li Mereşê pêk hat de hejmarê kesên ku canê xwe ji dest dane derket 38 hezar û 44 kesan.

Ekleme: 17.02.2023 12:55:28 / Güncelleme: 17.02.2023 12:55:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Mereşê di seat 04.17an de di mezinahîya 7,7an de; di seat 13.24 an de di mezinahîya 7,6an de du erdhejên mezin pêk hatin. Piştî erdhejan; li Mereş, Kîlîs, Dîyarbekir, Edene, Kinikan, Entab, Riha, Semsûr, Meletî û Hetayê bû sedema xerabûnên mezin.

Di berdewama daxuyanîya ku ji teref AFADê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin, nêzî 216 hezar kes ji herêma erdhejê hatin tahlîyekirin.(ÎLKHA)