Ji kesên ku di erdhejê de wefat kirine ew ê îro nimêja cenaze ya xiyabî bê kirin

Serokatîya Karên Dîyanetê daxuyand ew ê îro piştî nimêja Înê ji bo kesên ku di erdheja Mereşê de canê xwe ji dest dane wê nimêja cenaze ya xiyabî bê kirin.

Ekleme: 17.02.2023 10:25:28 / Güncelleme: 17.02.2023 10:25:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref serokatîyê ve hat dayîn de ew ê îro li hemû mizgeftan û cîhên erdhejê yê ku ew ê li cîhên vekirî bên kirin berîya nimêja Înê Qur’an bê xwendin û dua bê kirin.

Piştî nimêja Înê jî ew ê li hemû mizgeftan ji bo welatîyên ku di erhejê de canê xwe ji dest dane wê nimêja cenaze ya xiyabî bê kirin. (ÎLKHA)