Li Qonyayê di şewata nav malekî de 7 erdhejzede rehmet kirin

Piştî şewata ku li Qonyayê di nav malekî de derket bana xanî hilweşîya. Di encama şewatê de 7 kesên ku ji welatîyên Sûrîyeyê ne û erdhejzedene canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 17.02.2023 10:15:28 / Güncelleme: 17.02.2023 10:15:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li Kolana Sirriagaya Taxa Yedîler a navçeya Karatayê pêk hat.

Di nav xanîyekî yek qatî yê ku du malbat ên ji wan yek Sûrîyeyî ne de şewat derket.

Di dema midexeleya ekîbên îtfaîyeyê de bana xanî hilweşîya.

Di nav xanîyê ku piştî tefandina şewatê xebatên rakirina enqazê de hat diyarkirin ku 7 kes canê xwe ji dest dane.

Hat destnîşankirin kesên ku wefat kirine ji navçeya Nurdagiya Entabê hatine û erdhejzedene.

Cenazeyan jî ji merga Nexweşxaneya Bajar yê Qonyayê re hat şîyandin. (ÎLKHA)