Ji Misilmanên Zambîyayê ji bo erdhexjzedeyan alîkarî

Misilmanên Zambîyayî, ji bo erdhejzedeyên ku ji erdheja Mereşê tesîrdar bûn re 100 hezar dolar alîkarîya meddî kom kirin.

Ekleme: 16.02.2023 15:35:26 / Güncelleme: 16.02.2023 15:35:26 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Civaka Misilman yê li Zambîyayê, piştî erdheja ku di 6ê Sibatê de li Mereş navend pêk hat, ji bo ku ji erdhejzedeyan re alîkarîyê bikin 100 hezar dolar kom kirin.

Hat destnîşankirin ev alîkarîyên ku hatine komkirin ew ê li gorî lazimatîyan wê tişt bên standin û ew ê bên şîyandin.

Teçhîzatên tibbî, ew ê li ser Komarîya Efrîqa ya Başûr bi THYyê ji Tirkîyeyê re bê şîyandin.

Li Zambîyaya ku nêzê 19,5 milyon nifûsa wê heye, Misilmanan hêj ji sedî 1 jî kêmtir in. (ÎLKHA)