Di weşana hevpar a “Erdhej” de bexşên rekor hatin komkirin

Piştî erdhejên ku navenda wê Mereş e û li 10 bajaran hat tesîrdarkirin, qenalên televîzyonê ji bo alîkarîyê hatin cem hev. Di weşana hevpar a "Tirkiye Yek Dil" de ji 115 milyar Lîre zedetir bexş hatin komkirin.

Ekleme: 16.02.2023 11:15:24 / Güncelleme: 16.02.2023 11:15:24 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji bona ku birînên erdheja ku li Mereş, Hetay, Semsûr, Entab, Edene, Kinikan, Meletî, Dîyarbekir, Riha û Kîlîsê tesîrdar bû bên dermankirin him ji nav welat him jî ji derveyê welat 213 qenalên Televîzyonê û 562 radyo di weşana hevpar de bexşan komkirin.

Di kampanyayê de bexşên ku hatin komkirin 115 mîlyar 146 milyon û 528 hezar Lîre ye û hejmarê SMSan jî 9 milyon û 10 hezar heb in.

Alîkarîyên ku bi navê "Tirkiye Yek Dil" hatin komkirin ew ê ji AFAD û Hîva Sor re bên bexşkirin. (ÎLKHA)