Ji Xezzeyîyan ji erdhejzedeyîyan re kampanyaya bexşkirina xwînê

Filistînîyên ku li Xezzeyê dijîn, ji bo mirovên ku li Tirkîye û Sûrîye di erdhejê de birîndar bûne kampanyaya bexşa xwînê dan destpêkirin.

Ekleme: 15.02.2023 12:20:28 / Güncelleme: 15.02.2023 12:20:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

ji kampanyaya bexşkirina xwîna ku ji teref Bankeya Xwînê ya aîdê Wezareta Tenduristî ya Filistînê ve tê organîzekirin re eleqeyeke mezin hat nîşandan, hat îfadekirin ku gelek însan ji bona ku mirovên birîndar bi lez bighêjin sihheta xwe xwîna xwe bexş kirin.

Hat îfadekirin ev xwînên ku tên komkirin ji bona ku li Tirkîye û Sûrîyeyê bê şixulandin ew ê bên şîyandin.

Mesulê Enstîtûya Êtîmên Emel Îyad El-Misrî weha got, “Me, li hevketina xwîna Filistînîyan û Tirkîyeyî yên ku di bûyera Keştîya Mavî Marmarayê de ji bona ku dorpêça sîyonîstan bişkînin hatibû rijandin bîrva nekirîye. Xeyn ji vê di demeke dirêj e ku berxwedana Sûrîye Filistînê didome û em jî xwe wek xelqekî dibînin.” (ÎLKHA)