Li Semsûrê Fatma Gungora 77 salî di seata 212emîn de hat xelaskirin

Di roja 9emîn a erdheja Mereşê de di bi enqaza Apartmana Merveyê de Fatma Gungora 77 salî, di seat 212emîn a erdhejê de bi saxîtî hat derxistin.

Ekleme: 15.02.2023 09:30:29 / Güncelleme: 15.02.2023 09:30:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di erdheja Mereşê ya ku di mezinahîya 7,7 û 7,6an de pêk hat 9 roj derbas bûn.

Li Semsûra ku di encama erdheja ku bi navê “Felaketa Sedsalê” tê binavkirin de zerareke mezin dîtibû, xebatên li ser enqazan hêj didome.

Ekîbên cenderme, Tersaneya Golcik û AFADê, di enqaza Apartmana Merve ya ku 7 qatîye de Fatma Gungora 77 salî piştî 212 seatan bi saxîtî hat derxistin.

Gungor, ji nexweşxaneyê re hat sewqkirin. (ÎLKHA)