Berdevkê HUDA PARê: Em bi temamê îmkanên xwe li herêmên erdhejê ne

Yunus Emîrogluyê Berdevkê HUDA PARê û heyeta pêre digel hev çûn serdana Mereşa ku navenda erdhejê bû.

Ekleme: 14.02.2023 18:55:28 / Güncelleme: 14.02.2023 18:55:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Emîroglu û heyeta pêre li herêmê çûn serdana erdhejzedeyan û li herêmê lêkolînan kirin. Di dema ziyaretên ku hatin kirin de heyeta HUDA PARê xemgînî û tazîyeyên xwe ji bo xelkê anî zimên.

Emîroglu di daxuyanîya ku li cihê erdhejê belav kir de destnîşan kir “Em wek HUDA PAR di van rojên musîbetê de li cem gelê xwe ne û em ê her tim li ba wan jî bin. Em ê bi temamê îmkanên xwe li sehayê ne da ku ji derdê gelê xwe re bibin derman.”(ÎLKHA)