Alîkarîyên ji bo erdhejzedeyan berdewam dikin

Digel 9 roj ji ser erdheja ku navenda wê Mereş bû derbas bûbin jî xebatên alîkarîyê yên ji bo erdhejzêdeyan berdewam dikin.

Ekleme: 14.02.2023 18:35:28 / Güncelleme: 14.02.2023 18:35:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Dema ku dîrok 6ê Sibatê seat 04.17an nîşan dide navenda wê Pazarcika Mereşê  di mezinahîya 7.7an de erdhejek û di danê nîvro de jî navenda wê Elbistan di mezinahîya 7.6an de du erdhej ppêk hatin.

Ji ber van her du erdhejên ku 10 bajaran tesîrdar bû zêdetirî 30 kesan canê xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn.

Ji roja ewil ve sazî û dezgehên alîkarîyê yên mîna Umut Kervani, Yetimler Vakfi, IHO EBRAR, Avrupa Yetim Eli û gelek sazîyên din li sehayê ji erdhejzedeyan re alîkarîyê dikin.

Her wisa ji derveyî welêt jî gelek alîkarî tên şandin herêma erdhejê ku yek ji wan alîkarîyan ji teref Mislimanên Çînî ve  hat şandin. Alîkarî ew ê ji teref Kerwana Hevîyê ve ji erdhejzedeyan re bê belavkirin.(ÎLKHA)