Serokê Bajarê Dîyarbekir yê HUDA PARê Dînç erdhejzedeyan zîyaret kir

Serokê Bajarê Dîyarbekir yê HUDA PARê Faruk Dînç, li Dîyarbekirê mirovên ku ji erdhejê tesîrdar bûn zîyaret kir û pirsgirêkên wan gohdar kir.

Ekleme: 14.02.2023 17:30:29 / Güncelleme: 14.02.2023 17:30:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji bajarên ku ji erdheja Mereşê tesîrdar bûne yek jî Dîyarbekir e.

Welatîyên ku li bajêr xanîyên wan bi temamî xera bûne, li cîhên ku hatine diyarkirin dimînin.

Dînç jî mrovên ku li wan deran dimînin zîyaret kir, pirsgirêkên wan gohdar kir û cîhên ku dimînin lêkolîn kir.

Dînç û lijneya bi wî re dû re jî eqrebeyên mirovên ku di bin enqaza Navenda Kar yê Galerîayê de mabûn û canê xwe ji dest dabûn li Navenda Perwerdeya Xelq ya Yenîşehîrê zîyaret kir.

Li ev derê jî pirsgirêkên wan gohdar kir û ji êş û elemên wan re bû hevpar. (ÎLKHA)