AFAD: Ji ber erdhejê hejmara mirîyan  derket 31 hezar û 974 kesan

AFAD, daxuyand ku di encama erdheja ku li Mereşê pêk hat de hejmarê kesên ku canê xwe ji dest dane derket 31 hezar û 974 kesan.

Ekleme: 14.02.2023 16:05:25 / Güncelleme: 14.02.2023 16:05:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Mereşê di seat 04.17an de di mezinahîya 7,7an de; di seat 13.24 an de di mezinahîya 7,6an de du erdhejên mezin pêk hatin. Piştî erdhejan; li Mereş, Kîlîs, Dîyarbekir, Edene, Kinikan, Entab, Riha, Semsûr, Meletî û Hetayê bû sedema xerabûnên mezin.

Di berdewama daxuyanîya ku ji teref AFADê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin, nêzî 150 hezar kes ji herêma erdhejê hatin tahlîyekirin.(ÎLKHA)