Nêçîrvan Barzanî li Entabê zîyaretan kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo derbirîna hevsozî û hevxemiya xwe ji ber erdheja li Mereşê, îro gihîşt Entabê.

Ekleme: 14.02.2023 15:05:29 / Güncelleme: 14.02.2023 15:05:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Barzanî hat Navenda Koordînasyona AFADê û liw ê derê jî ji teref Walîyê Bûrsayê Yakup Canpolat ve hat pêşwazîkirin. Barzanî li vê derê jî derheqê rewşê de agahîyan girt û ji çapemenîyê re daxuyanîyê da.

Barzanî ragihand, ji ber vê karesata li vir çê bûye, li Herêma Kurdistanê di her malekê de şîn heye.

Hat îfadekirin ew ê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana çend bajarên din ên herêma erdhejê bike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Entabê derheqê hatina wan yê li vê derê de jî got ku,  serdana wî ya ji bo Entabê û herêmên erdhejê ji bo nîşandana hevxemiyê û wefadariyeke ji bo xelkê mexdûr e.

Barzanî weha got, “Dixwazim ji gelê Tirkiyê û mexdûrên vê bûyerê re bibêjim ku em ji bo hevxemiyê hatine. Ez ji malbatên qurbaniyên erdhejê re sersaxî dixwezim û hêvî dikim ku birîndarên erdhejê di demeke nêzîk de baş bibin. Ji ber vê karesata li vir çê bûye, di hemû malên Kurdistana Iraqê de şîn heye û li gelek bajar û deveran jî şahî û pîrozbahî hatine rawestandin.”

Barzanî di berdewama axavtina xwe de weha got, “Herêma Kurdistanê li gor şiyanên xwe alîkarî şandine û saziyên Herêma Kurdistanê dê li ser şandina alîkariyan bo mexdûrên erdhejê ew ê berdewam bikin.”

Hat hînbûn ku ew ê Serokê Herêma Kurdistanê serdana Enqereyê jî bike û bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re bicive. (ÎLKHA)