Mele Beşîr Varol: Cîhada ku îro bê kirin alîkarkirina ji erhejzedeyan re ye

Endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Beşîr Varol li Meletî ya ku ji erdhejê tesîrdar bûye ye, Varol got ku ro cîhada herî mezin yê ku bê kirin dermakirina birîna ye.

Ekleme: 14.02.2023 14:35:28 / Güncelleme: 14.02.2023 14:35:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Beşîr Varol, bi tevî lijneyeke bi wî re çû Meletî ya ku di erdhejêde xerabûnên mezin pêk hatine.

Varol, li Meletîyê beşdarî şîna mirovên ku canê xwe ji dest dane bû û li hember musîbetan daxwazîya sebrê kir.

Varol di axavtina xwe de hedîsa Pêxember ku gotibû, “Ev ê ku ji we ew ê herî bi xêr e, ev ê ku feydeya wê ji însanan re heye ye” bi bîr anît û weha got, “Ev welat û Ev însanan yê meye. Hemûyan dostê me, birayên me û eqrebeyên me ne. Ji miletê zêdetir divê ku em alîkarîya wan bikin. Hewceye ku em xwedî li wan derkevin. Xeyn ev tiştan ew kesên wisa ne ku ji teref Xwedê ve hatine xuliqandin. Tevekî ebdên Xwedê ne. Alîkarkirina ji wan re, xwedîderketina ji wan re wezîfeya me ye. Cîhadeke mezin yê ku xeyn ji ev tiştê tineye. Îro cîhada ku bê kirin ev e. Divê ku xwedî li ev însanan bê derxistin. Ji ber vê yekê divê di vê meseleyê de em sist nebin. Ev ji bona me îmtîhaneke. Divê ku em gohê xwe jî ji însanên ku beredayî xeber didin re bigrin. Gohê xwe nedin fitneyên wan. Xwedê wan dibîne. Xwedê ew ê ji wan re hîsabê tiştên ku dikin bike.”

“Divê ku em ji bona Xwedê bi îxlasî xwedî li xwe, însanên xwe, milletê xwe û welatê xwe derkevin. Îro tiştê ku em bikin ev e. Xwedê bira cehd û xîreta me zêde bike. Xwedê Teala me ji xefletê şîyar bike. Milletê me jî him bi menewî him jî bi meddî bighêjîne ‘eslê xwe. Van musîbetan jî ji bona ku em şîyar bibin, ji bona ku milletê me şîyar bibe bike wesîle. Xwedê bira me bêalîkarî nehêle. Bira me teslîmê nefsê me neke. Xwedê bira bi litf û kerema xwe bi me re miameleyê bike.”

“Xwedê dixwaze ku me ji xewa xefletê şîyar bike”

Varolê ku got ku musîbet ji bo hinek însanan dibe wesîleya rehmetê, ji bo hinek însanan jî dibe wesîleya ‘ezabê weha axavtina xwe zêde kir:

“Ev musîbetên ku tênê ser serê me nîşan dide ku Xwedê Teala me hez dike. Pêxemberê me selat û selam li ser wî be weha dibêje, ‘Dema ku Xwedê însanekî hez bike, musîbetekî tîne ser serê wê’  dema ku Xwedê milletekî û qewmekî hez bike, musîbetan tîne ser serê wan ku bira wê milletê û wê qewmê wê bîne bîra xwe. Ger ku Xwedê musîbetan neyne ser serê mirovekî, wê kesê bi tena serê xwe hêştîye. Çîmkî em di xefletê de ne. Xwedê dixwaze ku me ji xefletê şîyar bike. Elbet ev musîbetan ji bona hinek însanan dibe rehmet, ji bo hinekan jî dibe ‘ezab. Ev musîbetan ji kesên ku di wê xewa xefletê de şîyar nebûne re dibe ‘ezab. Encax ji bona gelek mirovan rehmet e. Çîmkî wan însanan, bi wê ji xewa xefletê şîyar dibin, cardin Xwedê tînin bîra xwe, berê xwe didin Xwedê û ji xewa xefletê şîyar dibin. Dema ku em bi vê şeklê jî lê binhêrin ev ji me re rehmet e. Ji bona mirovên ku li vê derê û ji mirovên dinê re alîkarîyên dikin re jî rehmet e. Derîyên cennetê ji bona wan vebûne. Însanên ku di bin enqaqzê de canê xwe ji dest dane û rehmet kirine di pileya şehîdan de ne. Ev ji bona wan rehmet e. Çîmkî pileya şedahetê distînin. Musîbetên ewakî jî ji bona mirovên ku rehmet kirine ku ew jî Misilman bin ew şehîd tên hesibandin. Xwedê mihafeze bike ji bona însanên ku îmana wan tineye jî musîbet e. Xwedê me ji wan kesên ku dikevin nav xefletê neke. Me cardin bi van musîbetan îmtîhan neke, alîkarîya xwe ji me re bişîne.” (ÎLKHA)