Muhammed di roja 9emîn de hat xelaskirin

Li Semsûra ku ji ber erdheja Mereş navend tesîrdar bû, ciwanê 18 salî yê ku di bin enqazê de bû di roja 9emîn de bi saxîtî hat derxistin.

Ekleme: 14.02.2023 11:45:25 / Güncelleme: 14.02.2023 11:45:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Semsûrê di Sîteya Firatê de Muhammed Cafer Çetînê 18 salî bi saxîtî hat derxistin.

Di seata 197emîn yê erdhejê de xebatên lêgerîn û xelaskirinê didome, ekîban Çetînê bi kontrolî di bin enqazê de derxistin.

Çetînê ku hat derxistin, bi ambûlansê ji nexweşxaneyê re hat sewqkirin. (ÎLKHA)